NÛÇE
Home » EM KÎNE ?

EM KÎNE ?

Desteya Tûrîzim Û Parastina Şûnewaran

Di dîroka 21/1/2014 an ~de / Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnewaran li kantona Cizîrê hat demezrandin bi îlankirina rêveberiya xweswriya demokratîê re li rojavayê kurdistanê . karê esasî yê desteyê di hejmarek armanca de tê veqetan din ,û karê sereke xurtkirina çanda  parastina cihê tûrîzimê û şûnewrî li gel hemû astên civakê di riya geşkirina jiyanê ,çêkirina projeyên biryaran û çareseriya pêwist ji bo wê û şopandina pêkanîna wê û perwerdekirina kadroyên vî karî  li ser çawaniya dansîn bi cihên dîrokî û pêşxistina tûrîzima xwezayî û dîrokî û girêdana dema bûrî bi dema niha ji bo pêşerojek baştir û zêdetir girîngî bidin  perwerdê di dibistan û akademiyan de, Di haman demê de afrandina zihnîyetekî ji bo xwe parastina cihê şûnewarî  û tûrîzimî ,girêdayî wê hevkarî bi dewletên cîhanê û dewletên navnetewî re di riya erêkirinê li ser hevkirin û pirotokolên pêwîst .

Her wiha ,kolandin (tenqîb) di cihên dîrokî li gorî sîstem û rê û rêbazên zanistî di şert û mercên gincaw di herêmê de, Çawaniya parastina şûnewarên heyî erkekî mirovahiyê ye. Ji ber dîroka hemû gelên herêmên dide naskirin .

Di haman demê de , ji erkên desteye ewe ku , bala hemû rayên cîhanê bikşîne û bingeheke baş ji bo tûrîzimê amade bike, ji bo serdana grûpên tûrîzmî ji kantonê re ,ewe ya ku asta jiyanî û aborî ji hemû pêkhatiyên bilind bike.

Her wiha , divê ku tûrîzma xwezayî û şûnewarî bibe yek ji girîngtirîn stûnên aboriya herêmî .

Li ser vî esasî deste bi danîna pilanên stratejîk di aliyê pêşxistina  tûrîzimê û parastina şûnewaran wekî erkê xweyî  bingehîn dibîne û pê radibe .

Logoya desteyê :wekî giroverekê ji derveye ,di hundir de, navê desteya tûrîzim û parastina şûnewaran bi her sê zimanê fermî yên kantobnê , di haman demê de di hundirê wê de du fîdanên kesek sembola tûrîzimê û şînahiyê di kantonê de .

Di erdê de , rojekî girover bi bask ,di ortê de stêrkek bi 8 li derdora wê û ji binî de du şêr û du baz sembolê didin mûhra şahjina hûrî mîtanî ya ku bi dîroka xwe vedigere hezarsala pêncan b , z .

Desteya tûrîzim û parastina şûnewaran ji :

-Mûdîriyeta tûrîzim û Mûdîriyeta parastina şûnewaran û her wekî din bîroyên ( ragihandin – Maliyê – Dîwan – Fenî – Jin – Qanûnî – Rêxistinî ) .

Her wiha civînên 15 rojan , civînên mehane , ji bo pêşxistina karê desteyê têne li darxistin .

 

Desteya Tûrîzim Û Parastina Şûnewaran

Tel: +963 52 429425

Tel : +963 52 429420

Mob: +963 963825155

 desteya.t.shunwaran@gmail.com

0ee32908-c8d6-4c7f-8633-cf3a8ff74e11